Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya bi Hejmara Pêketinên Nû yên Korona Rekorê Dişkîne


Brîtanya, ku bi cureya nû ya vîrusa korona re rûbirû maye, bi hejmara rojane ya pêketîyên vîrusa korona rekor şikand.

Li Brîtanya di 24 saetên dawî de 41,385 pêketinên vîrusa korona hatin tomar kirin û 357 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di rojên borî de gotibû ku cureya nû ya vîrusa korona ji ya berê bi qasî 70 ji sedê zêdetir zû belav dibe.

Bi zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona çaverê ye ku berpirsên Brîtanî tedbîran berfireh bikin.

Berpirsên Brîtanî ketine fikaran ku bi pîrozbahîyên Noel û sersalê cureya nû ya vîrusa korona pirtir belav be. Lê hin karbidest dibêjin ku dibe ku jiber zêdebûna testan jî pirtir pêketin têne tomar kirin.

Di meha Gulanê de li Brîtanya rojane 100 hezar test dihatin kirin lê ji 23’yê Berfanbarê vir ve li wî welatî rojane 500 hezar test têne kirin.

Li Brîtanya heta niha pirtir ji 2,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 71,109 kes bi wê mirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji nav welatên cîhanê berê Brîtanya bo vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê destûr dabû.

XS
SM
MD
LG