Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Wê Zêdetir Sîstemên Avêtina Roketan Bişîne Ukrayna


Ben Wallace, Wezîrê Berevanîyê yê Brîtanya.
Ben Wallace, Wezîrê Berevanîyê yê Brîtanya.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Ben Wallace îro Pencşemê got ku ewê pirtir sîstemên roketavêj bidin Ukrayna ku dikarin armancên li dûrahîya heta 80 km bixin.

Wallace ragihand ku şandina van çekan wê alîkarîya Ukrayna bike ku xwe li hember topbaranên giran yên Rûsî biparêze.

"Ev beşa herî dawî ya piştgirîya leşkerî wê rê bide Hêzên Çekdar yên Ukrayna ku li hember êrişên Rûsî û dijî karanîna bêpîvan ya topên menzîl dirêj berevanîyê bidomînin," Wallace got.

Wî bi berdewamî anî ziman ku piştgirîya wan ya berdewam peyameke pir zelal e, Brîtanya û civaka navneteweyî dijî vî şerê neqanûnî disekinin û wê bi hevre vê sekna xwe bidomînin.

Wezîrê Brîtanî dîyar kir ku wê alîkarîya leşkerî ya berevanîyê bo Ukrayna bidomînin da ku dijî êrîşa Putin de alîkarîya wan bikin.

XS
SM
MD
LG