Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Hêzên Rûs li Herêma Donbasê Pêşve Diçin


Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên Rûs di demên dawî de giranîya xwe dane ser herêma Donbasê û li wir pêşve diçin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya, hêzên Rûsya li hin deverên Lysychansk û Sievierodonetsk yên herêma Donbasê bi dest xwe xistine.

Daxuyanîyê da zanîn ku hêzên Rûsya ji 19'ê Hezîranê vir ve li herêma Donbasê pirtir ji 5 kîlometreyan pêşve çûne.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku têkoşîna li herêma Donbasê giheştiye asteke xeter.

Rûsya hewil dide ku kontrola Luhansk û Donetsk ya herêma Donbasê bigire ku ew der navenda kargehên Ukrayna ye.

XS
SM
MD
LG