Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Lîsansa Weşana Russia Today Betal Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya lîsansa weşanê ya Russia Today ya bi piştgirîya Kremlînê betal kiriye.

Reuterse ji zarê Ofcomê, ku weşanên li Brîtanya kontrol dike, da zanîn ku xwedîyê lîsansa Russia Today, ANO TV Novosti ye û weşana wê hatiye betal kirin.

Russia Today ser biryarê betalkirina lîsansê dîyar kir ku ‘’Ofcomê nîşan daye ku ew bi tenê navgîna hikûmeta Brîtanya ye.’’

Ew kanal jiber qedexeyên Yekîtîya Ewrupa (YE) di rojên borî de ji platformên weşanê yên Brîtanya hatibû rakirin.

XS
SM
MD
LG