Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya, Rûsyayê bi Gurkirina Girjîyê Tawanbar Dike


Leşkerên Rûsya li nêzî sînorê Ukrayna
Leşkerên Rûsya li nêzî sînorê Ukrayna

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya, Rûsyayê ser dagirkirina Ukraynayê hişyar dike.

Reutersê da zanîn ku Brîtanya bi hevbendên xwe yên rojavayî ser toleyên dijî Moskowê dixebite.

Rûsya, li sînorê Ukrayna bi qasî 10,000 leşker bi cîh kirine û dide zanîn ku ti plana wê ser dagirkirina Ukrayna tune, lê Serokê Rûsya Vladimir Putin ji NATO garantîya berfirehnebûnê dixwaze.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss dîyar kir ku ‘’Rûsya bo sekna xwe ya êrîşkar mafdar nîşan bide Ukrayna wek gefekê dibîne û da zanîn ku ew bi ti awayî kempeyna bo hilweşandina Ukrayna qebûl nakin.

‘’Li vir alîyê êrîşkar Rûsya ye, NATO her tim bûye tifaqeke berevanîyê.’’ Truss got.

Truss da zanîn ku Brîtanya bi hevbendên xwe re ser toleyên aborî yên dijî Rûsya dixebite

Rûsya di sala 2014’an de Qirim dagir kiribû û welatên rojava Moskow şermezar kiribûn û dijî wê tole ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG