Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Rûsya Dê Giranîya Bide Ser Êrîşên bi Muşekan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Rûsya dê berê xwe bo êrîşan bidin bajarokên Kramatorsk û Kostiantynivka yên Ukrayna.

Reutersê ew agahî ji zarê îstixbarata leşkerî ya Brîtanya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku li bajarokên Kramatorsk û Kostiantyvnika dê tundûtûjîyeke giran çêbe.

Wê wezaretê dîyar kir ku hêzên Rûsya dixwazin bi êrîşên muşek û topan asta tundûtûjîyê rakin.

Îstixbarata Brîtanî dide zanîn ku Ukrayna li dora Mariupolê berxwedana xwe didomîne û ew jî dike ku jimareke girîng ya hêzên Rûsya bi tenê li wir şer bikin.

XS
SM
MD
LG