Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dijî Gefên Rûsya Dixwaze Çekên Nû Bide Moldova


Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss
Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya bo Moldova ji gefên Rûsya biparêze, dixwaze ji wî welatî re çekên modern bişîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss ragihand.

Truss ji rojnameya 'The Telegraph' re da zanîn ku Serokê Rûsya Vladimir Putin tevî ku li Ukrayna bi ser neketiye jî dixwaze Rûsyayeke mezintir çêke.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ser kiryarên xwe yên wî welatî dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan kiryaran wek dagirkirin dibînin.

Sînorê Moldova bi Ukrayna re heye û ew jî ne endama NATO ye.

Truss da zanîn ku ji bo ew rê li ber egera êrîşa Rûsya bigirin ew danûstandinên bi Moldova re didomînin.

Wê dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dixwaze Rûsyayeke mezintir çêke û got biserneketina li Ukrayna ew ji vê daxwaza wî venegerandiye.

Ger plana Truss were pejirandin, endamên NATO dê çekên Moldova yên ji dewra Sovyetê biguherînin, çekên modern bidin wî welatî û leşkeran ser karanîna wan perwerde bikin.

XS
SM
MD
LG