Îstixbarata Brîtanya îro Duşemê dîyar kir ku hêzên Rûsya li rojhilata Ukrayna pêşve diçin.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku hêzên Rûsya hefteya borî li rojhilata Ukrayna 2 kîlometre pêşve çûne.
Li gor ragihandina wê wezaretê, hêzên Rûs nêzî bajarokê bi navê Bakhmut bûne ku ji alîyê stratejîk ve cîhekî girîng e.
Wezareta Brîtanî dîyar dike Rûsya di demên dawî de bi taybetî giranî dide ser operasyonên li dora Bakhmutê.
Serokê Ukrayna Volodymr Zelensyy pêr Şemîyê gotibû ku li hêla Bakhmutê pevçûnên pir giran diqewimin.
Jiber ku Bakhmut li ser rêya Sloviansk û Kramatorsk ya li herêma Donbasê ye, ji alîyê stratejîk ve cîhê girîng tê hesibandin.
Donbas herêmeke endustrîyê ye û heta niha jî tam neketiye destê hêzên Rûs.
Brîtanya: Rûsya Giranî Dide Ser Operasyonên li Rojhilata Ukrayna
