Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya îro got ku Rûsya bo piştgirîya êrîşa xwe ya li Ukrayna hêzeke bejayî ava kiriye ku mezinbûna wê nêzî artêşekê ye.
Wezaretê dîyar kir ku Rûsya plan dike heza 3AC, ku bi piranî dilxwazan pêk tê, diravan veqetîne û û jibo wê hêzê endamên nû tomar bike.
Wezaretê ragihand ku hêza nû ya Rûsî ya bi navê Hêza 3 ya artêşê li bajarê Mulino ya li rojhilata paytext Moskowê hatiye bi cîh kirin.
Wezareta Brîtanî her wiha got ku fermandarên Rûsî jiber berxwedan û êrîşên dijber yên hêzên Ukraynî, di xurtkirina êrîşa xwe ya li herêma Donbasê û di berevanîya li başûr de rûbirûyê dijwarîyan in.