Hikûmeta Brîtanya îro Pêncşemê dîyar kir ku wê hebûnên bi nirxê zêdetirî 20.5 mîlyar dolarî yên olîgarkên Rûsî, kes û karsazên din yên ku jiber êrîşa Moskowê ya ser Ukrayna hatine tolekirin, cemidandîye.
Hebûnên Rûsî ku Brîtanya dest daye ser ji nirxên kompanîyên û dravê ku di hesabên bankan de ne, pêk tên û di nav de milk û avahî tunene.
Ofîsa Pêkanîna Toleyên Darayî (OFSI) di raporta xwe ya salane de ragihand ku , Rûsya, Lîbya û Îran derbaz kiriye bûye welatê yekê ku Brîtanya herî zêde dijî wê tole ragihandiye.
OFSI da zanîn ku nirxê hebûnên Rûsî yên hatine cemidandin 7 mîlyar dolarî derbaz kiriye, ku zedetirî rêjeya tevahîya toleyên din yên ji hêla Brîtanya ve hatine ragihandin e.
Milyarderê Rûsî Roman Abramovich û karsaz Mikhail Fridman di nav kesên ku îsal hatine xistinê nava lîsteya toleyan in, ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin, malbata wî û fermandarên leşkerî yên Rûsî.
Hikûmetê Brîtanî heya niha ji sedî 95’ê derfirotinên ji Rûsya qedexe kiriye û hemû derkirîna petrol û gaza Rûsî wê heta dawîya 2022’an rawestîne.
Andrew Griffith, alîkarê hikûmetê yê di wezareta xezîneyê de, dîyar kir ku bi biryara îro Londonê, dijî Moskowê toleyên herî dijwar yên heta niha ragihandiye û toleyên berdewam meşîna şer ya Rûsan wêran dike.
Griffith bi berdewamî anî ziman ku peyama Brîtan ya zelal e :" em ê nehêlin Putin di vî şerê hovane de bi ser bikeve."
Brîtanya heta niha zêdetirî dijî 120 sazîyên Rûsya û zêdetirî 1200 kesan tole ragihandîye, ku di wan de karsazên payebilind û siyasetvanên navdar jî hene.
Brîtanya qada yekê ya kombûna pîranîya diravê Rûsî bû ku piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê ya di 1991’an de, dihat derbazkirinê welatên Rojava.
.
Yekîtîya Ewrupa (YE) ya ji endamtîya 27 welatan pêk tê, di Tîrmehê de da zanîn ku wê jiber şerê li Ukrayna dest danîye 13.83 mîlyar dolar hebûnên Rûsî.
Brîtanya Dest Datîne Ser Hebûnên Rûsya
