Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hin Tedbîrên Korona di 12'ê Nîsanê de bi Dawî Dike


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku ewê di 12’ê Nîsanê de hin tedbîrên dijî vîrusa korona bi dawî bikin.

Johnson da zanîn ku têkoşîna wan ya dijî vîrusa korona bi awayekî serketî dom dike û bal kişand ku ew serketina bi sebra gel çêbûye.

Li Brîtanya ji 12’ê Nîsanê pê ve dê salonên sporê, kitêbxane jinûve vebin û restoran û pub dê li derên vekirî xizmetê bidin.

Bi qonaxa nû re 15 kes dê karibin beşdarî dawetan bin û yên li heman malê dimînin dê karibin tev herin betlaneyê.

Li Brîtanya hejmara rojane ya pêketinan daketîye bin 3 hezarî lê dîsa jî karbidest bang li karkeran dikin ku bi qasî ji dest wan tê li malê bixebitin.

Johnson di axaftina xwe de bang li welatîyan kir bi awayekî domdar testên vîrusa korona bikin. Ew test dê ji dermanxane û navendên saxlemîyê belaş werin belav kirin.

Li Brîtanya rêwîtîyên navneteweyî hîn jî qedexe ne. Boris Johnson got ew hêvî dikin ku qedexeyên rêwîtîyê di 17’ê Gulanê de bi dawî bibin û bi berdewamî dîyar kir ku bo biryara ser wê mijarê hîn zû ye.

XS
SM
MD
LG