Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Brîtanya Hikûmetê Ser Hejmara Testên Vîrusa Korona Rexne Dike


Partîya Karkeran ya li Brîtanya dîyar kir ku hikûmet ser hejmara testên vîrusa korona agahîyên şaş dide.

Hikûmetê dîyar kiribû ku ewê êdî her roj pirtir ji 100,000 test bikin.

Berdevikê Saxlemîyê yê Partîya Karkeran Jonathan Ashwort bal kişand ku 39,000 test bi rêka postayê ji gel re hatiye şandin û da zanîn ku divê hikûmet li gor testên encamên wan dîyar in hejmara testan bibêje.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock dabû zanîn ku hikûmet giheştiye armanca xwe û her roj dikare 100,000 test bike.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya bi qasî 180,000 kes bi vîrusa korona ketine û 27,583 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG