Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Wê Piştgirîya ji Ukrayna re Bidomîne


Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly dîyar kir ku London dê piştgirîya bo Ukrayna bidomîne.

Cleverly da zanîn ku heta Ukrayna dijî Rûsya bi ser dikeve ew dê ligel Kîevê bin û got ku qewînîya wan ya stratejîk têra vê piştgirîyê dike.

Brîtanya heta niha bi hezaran tankşikên û bi sedan muşek dane Ukrayna û ew leşkerên wî welatî jî perwerde dike.

Wezîrê Derve Cleverly dîyar kir ku ew bo bûyerên li cîhanê ne tenê çavdêr in û da zanîn ku ewê êrîşvanan bê ceza nehêlin.

Wî got ku ew ligel Ukraynîyên wêrek in û dîyar kir ku ewê Ukrayna bi pişgirîyan dijî Rûsya bi ser keve.

Cleverly da zanîn ku ewê ti car Luhansk, Donetsk, Kherson, Zaporizhzhia û Qirimê wek axa Rûsya nebînin.

Welatên Rojava di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê disekinin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

Pisporên şer dibêjin çekên giran yên nû ketine destê Ukrayna dikarin rewşa şer biguherînin.

XS
SM
MD
LG