Karbidestên berevanîyê yên Brîtanya îro Sêşemê ragihand ku hêzên Ukraynî pirtir heremên bin destê hêzên Rûsî rizgar kirine.
Wezaretê da zanîn ku hêzên Ukraynî heremên serekî paşve girtine, piştî ku wan yekînîyên Rûsî neçar kirine ku ji bakurê Kîev û derdora bajarê Chernihiv ya bakurê welêt vekişîn.
"Şerên navbera hêzên Ukraynî û yên Rûsî di vê hefteyê de bi awayekî berbiçav kêm dibin, jiber ku hêzên mayî yên Rûsî vedikişin, lê dibe ku li hin heremên ji Rûsan nû hatine girtin pevçûn di asteke nizim de bidomin," wezaretê got.
Jêderên Brîtanî dîyar dikin ku gelek ji yekînîyên Rûsî berîya ku jinûve dest bi operasyonên li rojhilata Ukrayna bikin, dibe ku hewceyê nûvekirina kelûpelên leşkerî bin.
Karbidestên Ukraynî û Rojavayî dibêjin ku Rûsya bo jinûve êrîşkirina ser herêma Donbas ya li rojhilatê amadekarîyê dike.