Vaksîna vîrusa korona ya Zanîngeha Oxford û AstraZeneca tev çêkiriye ji nav welatên cîhanê Brîtanya berî gişan destûr da.
Brîtanya bo vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê jî berî dewletên din destûr dabû.
Hikûmeta Brîtanya bi serokwezîrîya Boris Johnson ji vaksîna ku Zanîngeha Oxford û AstraZeneca çêkiriye 100 mîlyon wesand.
Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock ewê di hefteya pêş de dest bi karanîna vaksîna Zanîngeha Oxford û AstraZeneca bikin.
Hancock dîyar kir ku ewê heta mehên biharê gelek kes vaksînê li xwe din û ewê di peyvajoya pandemîyê de pêşîya xwe çêtir bibînin.
Zanîngeha Oxfordê û AstraZeneca meha borî bi raporekê dîyar kiribûn ku doza yekê ya vaksînê 90 ji sedê û doza duyê jî 62 ji sedê bi bandor e.
Li ser wan rêjeyan hin pisporan gotibûn ku dibe ku welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka jiber krîterên xwe wê vaksînê nepejirînin.