Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Brîtanya: Dewletên YE'ê Dixwazin ku Brexit Were Paşxistin


Rojnameya Times ya Brîtanî dîyar kir ku piranîya dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) dixwazin ku Brexit cara sêyan were paşxistin.

Karbidestekî payabilind yê YE’ê ji rojnameyê re da zanîn ku 25 dewletên YE’ê bi awayekî erênî li paşxistina Brexitê dinêrin.

Brîtanya dê di 29’ê Adarê de ji YE’ê derketa, lê Brexit berê heta 12’ê Nîsanê, dûre jî 31’ê Cotmehê re hat paşxistin.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, bê ku kêşeya Brexitê çareser bibe, di rojên borî de karvekişîna xwe ragihandibû. May dê heta 10’ê Hezîranê li ser kar be.

Jêderên YE’ê ji rojnameyê re dîyar kirin ku ser Brexitê dibe ku referandumeke nû çêbe.

XS
SM
MD
LG