Cîgira Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê ragihand ku Amerîka piştgirîya Sûrîyeke yekbûyî û aram dike.
Balyoz Tammy Bruce di civîneke Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de ya taybet bi Sûrîyê, got ku “demeke dirêj e Amerîka piştgirîya hewildanên ji bo têkbirina Daişê û pêkanîna aramîyê li Sûrîyê dike. Bi hevkarîya me ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku qurbanîyên wan di pêkanîna destkeftên mayînde yên li dijî terorê de roleke girîng lîstine.”
Xanim Bruce diyar kir, “Niha rewş bi awayekî bingehîn hatiye guhertin. Hikûmeta nû ya Sûrîyê di dawiya sala 2025îan de tevlî Hevpeymanîya Cîhanî ya Têkbirina Daiş'ê bû, û berê xwe da hevkarîya bi Amerîkayê re li ser şerê dijî terorê. Şam niha hem amade ye û hem jî di wî cihî de ye ku berpirsyarîyên ewlekarîyê bigire ser xwe, di nav de jî kontrola zindan û kampên Daişê.”
Diplomata Amerîkî got ku Washington ligel hikûmeta Sûrîyê û HSD'ê kar dike da ku bakurê rojhilatê Sûrîyê tevlî dewleta Sûrîyê bibe.
“Em herdu alîyan ji bo gihîştina agirbesteke çar rojî pîroz dikin, agirbest ku dê bihêle her yek ji wan li ser awayên peymana 18'ê Çile di navbera Serokê Sûrîyê Ehmed El Şeri' û Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî de bixebitin.”
Bruce herwiha got ku Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri' tekez kiriye ku Kurd beşekî yekgirtî ji Sûrîyê ne “û tevlîkirina Kurdan di dewleta nû ya Sûrîyê de mafên welatîbûnê yên tevahî pêşkêş dike, di nav de ji bo kesên ku berê bênasname bûn, parastina destûrî ya ziman û çanda Kurdî, û beşdarbûna di rêvebirêyê de.”
Wê herwiha diyar kir ku, “her çiqas metirsî jî hebin, ev tevlîbûn, ku ji hêla dîplomasiya Amerîkî ve tê piştgirîkirin, derfeta herî xurt ya Kurdan e da ku maf û ewlekarîya mayînde di nav dewleteke Sûrî ya naskirî de misoger bikin.”