Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dibêje Ew Hîn Nebûya Endama BRICS


Karbidestekî Saudî îro Pêncşemê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku Erebistana Saudî hîn neketiye koma BRICS ku ji Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn, Afrîqaya Başûr pêk tê û Misir, Etopya, Îran û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb jî destpêka vê salê te bibûn endam.

Karbidestê Saudî, ku nexwest nave wî eşkere be, got ku ew hîn ser vexwendina BRICS ya jibo beşdarîya li komê danûstandinê dikin û wan hîn ti bersîv nedaye rêvebirîya BRICS.

Wezîrê Derve yê Afrîqaya Başûr Naledi Pandor do Çarşemê dîyar kiribû ku Erebistana Saudî beşdarî li BRICS kiriye.

Wezîrê Aborî yê Erebistana Saudî Faysal Alîbrahîm serê vê mehê gotibû ku ew nirxandinên ser beşdarîyê didomînin.

BRICS Tebaxa borî Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Îran, Arjantîn û Etopya vexwendibûn ku ji serê salê pê ve bibin endamên wê, lê Arjantîn meha Mijdarê ragihandibû ku ewê nebe endama komê.

Hêjayî balkişandinê ye ku di nava girjîyên jeopolîtîk yên navbera Amerîka, Çîn û Rûsya de peywendîyên Rîyad û Pekînê ji Washingtonê re fikaran çêdikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG