Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Şika Êrîşeke Terorê Asta Ewlekarî li Brukselê Hate Bilind Kirin


Karbidestên Belçîkî dibêjin, hêzên ewlekarîyê di operasyoneke legerînê de, qayişeke bombeyî ya derewîn li mala bergumanekî li Brukselê dîtiye.

Karbidest dîyar dikin ku ew kesê berguman li navendeke kirîn, firotinê ya paytaxt Brukselê, di 5:30a sibê de alarma bombê aktîf kiribû.

Serokwezîrê Belçîka Charles Michel îro civîneke awarte ligel navenda krîzan ya Belçîka li dar xist ku rewşa ewlehîyê binirxîne.

Karbidestan ragihand ku navenda kirîn, firotinê jibo vekolînê hate daxistin û tenê yek derîyê îstasyona metroya nêzîkî wê vekirî hat hiştin û leşker lêgerîna çenteyên hemwelatîyan dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Belçîka ji êrîşên Adarê vir ve ku 32 kes tê de hatibûn kuştin, di bin alarma terorê de ye.

XS
SM
MD
LG