Lînkên eksesibilîtî

Peyvdarê Serdozgerîya Belcîka: Êrîşkar Welatiykê Moroko Yê 36 Salîye


Êstegeha Sentral ya Trênê li Bruksel - Belçîka

Hat Nû Kirin:

Peyvdarê serdozgerîya giştî ya Belçîka roja Çarşemê ragihand ku, kesê ji aliyê hêzên ewlekarîya Belçîkî de li Brukselê hatî kuştin kesekî xelkê Mexrîb (Morko)ye, di jiyê 36 saliyê de ye, pêşwext navê wî di lîsta kesên daxwazkirî de nebûye, herweha li cem polîs weke kesekî tawankar nehatiye tomar kirin.

Peyvdar Eric Van Der dibêje piştî êrîşkar di xwest li paytext Brukselê li êstgeha navendî ya trênê, êrîşeka terorî pêk bîne, ew ji aliyê leşkererkî ve hat gulebaran kirin piştî wî bi zimanê Erebî got "Elah û Ekber"wî canteke bombekirî li êstegê danî bû.

Peyvdar, di prês konferansekê de got, hêzên ewlekarîya Brukselê di mala zilamê êrîşkar yê xwedî nasnama Mexrîbî de li Molenbeek li Bruksel lêgerîn pêk anîne.

Berî niha wezîrê karên navxweyî yên Belçîka Jan Jambon, derbarê bûyerê dabû zanîn ku, nasnameya êrîşvanê ku do Sêşemê li îstasyoneke trênê ya Brukselê peqîneke biçûk pêk anî û piştre ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate kuştin, dîyar bûye.

Jambon got ku jibo ku, bandorê li ser vekolînê çêneke, ewê piştre agahîyên nasnameya êrîşvan ji rayagiştî re ragihînin.

Karbidestên ewlekarîya Belçîka dîyar kirin ku ewê asta alarmê ya jibo metirsîya terorê bilind nekin.

XS
SM
MD
LG