Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Gomana Terorê li Bruksel Çek Hatin Dîtin Û Çar Kes Hatin Girtin


Polîsê Belcîka di dema lêgerînên di malan de
Polîsê Belcîka di dema lêgerînên di malan de

Dozgerên Belcîkî roja Çarşemê dan zanîn ku, hêzên ewlekariya Belcîka piştî di çarçeva tevgerên li dij terorê de, li hind malên bajarê Bruksel lêgerîn pêk anîn, di malan de çek dîtin û çar kes bi gomana terorê hatin girtin,

Lêgerîn şevê din nîvşevê heta serê sibeya roja çarşemê hatîye destpêkirin, lêgerîn li dij du gerac û çar malan pêkhatiye, di encam de tifengeka Kilaşînkov û cilên xweparastinê, herweha fîşek û teqemenî hatine dîtin, ev çalakî li herêma Anderlecht ya paytext Bruksel pêkhatîye.

Radio û TV'yên Belcîka yên bi zimanê Fransî weşanê dikin, ragihandin ku, di daxûyaniya Dozgeran de hatîye eşkere kirin ku, di malekê de gelek cûrên çekan hatine dîtin.

Daxûyaniya dozgeran dibêje, girtina kesên şevê din hatine girtin têkiliya wan bi lêkolînên derbarê êrîşên Îslamiyên tundrê nîne yên sala 2015an li Paris û Bruksel di demên cûda da pêkhatîn zêdetir ji 160 kesan di herdu êrîşan de jiyana xwe jidest dabûn.

XS
SM
MD
LG