Ajansa Reuters radigihîne ku dozgerekî Tirk îro Înê daxwaz ji dadgehê kir ku kontrolên dadwerî yên ser qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson were rakirin ku aniha li jêr zindanîkirina malê ye.
Parêzerê Brunson demeke zûtir ya îro ji Reutersê re gotibû ku ger şerta kontrola dadwerî were rakirin, hîngê ewê bikaribe bi azadî ji Tirkîyê derkeve.
Brunson bi piştgirîya terorîzmê hatibû tawanbar kirin û du sal cezayê zindanê li wî hatibû birîn.
Kêşeya Brunson bûbû sedema krîzeke mezin ya navbera Amerîka û Tirkîyê û Serokê Amerîka bi tundî daxwaz kiriye ku karbidestên Tirk Brunson azad bikin.
Brunson, dê 25’ê Tîrmehê de ji girtîgehê derbazî zindanîkirina mala xwe ya Îzmirê bûbû û bi destbenda elektronîk girtî bû.