Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Brunson Serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn Da


Parêzerê qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt ser bidawîkirina hepsa malê û qedexeya derketina derve serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Halavurt berê bo berdana Brunson serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 2’yê ya Îzmîrê dabû, lê daxwaza wî hatibû red kirin.

Redkirina dadgehê bo vekolînê ji Dadgeha Cezaya Giran ya 3’yê ya Îzmirê hatibû şandin û wê dadgeha jorîn jî dîyar kiribû ku ‘’di wesfa tawanan de ti guherîn çênebûye’’ û daxwaza Halavurt red kiribû.

Halavurt dabû zanîn ku azadîya Brunson tê sînordar kirin û dîyar kiribû ku ewê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.

Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û jiber girtîbûna wî girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur dibe.

Rûniştina nû ya Brunson dê di 12'ê Cotmehê de pêk were

XS
SM
MD
LG