Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazmî Gur: Berdana Brunson bi Peymanekê Çêbûye


Piştî berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bendawarî li Tirkîyê bilind pritir bûye ku têkilîyên Amerîka û Tirkîyê baştir be.

Lê, endamê Meclîsa Partîyê ya HDP'ê Nazmî Gur dibêje ku kêşeya her du dewletan îdeolojîk e.

“Pêştir Tirkîye di xeteke Îslama nermê de bû, lê niha ketiye xeteke Îslama radîkal. Loma, ger wiha berdewam bike pirsgirêkên Tirkîyê û Amerîka kêmtir nabin, lê belku zêdetir bin.”

Gur îdia dike ku di berdana Brunson de peymanek heye û wiha dinirxîne:

“Berdana Brunson peymaneke dualî bû. Dibe ku li Minbîçê hin daxwazên Tirkîyê bêne cî, lê Amerîka jî demek kurt de ambargoya Îranê wê têxe rojevê.”

Gur bawer dike ku lihevkirina Amerîka û Tirkîyê gaveke demkî ye jiber ku her du alî li ser hin mijarên giring ji hevdu cuda difikirin.

XS
SM
MD
LG