Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Berdana Andrew Brunson Da


Dadgeha Tirk îro Înê biryar da ku qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson were berdan.

Dadgehê jiber tawanên terorîzmê 3 sal û 1,5 meh cezayê zindanê li Brunson birî, lê jiber dema ku ew li zindanê maye, biryar da ku ew nema were girtin.

Brunson berî eşkerekirina biryarê got ku ew mirovekî masûm e û ew li Îsa Mesîh û Tirkîyê hez dike.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twîtterê dilgeşîya xwe li ser berdana Brunson dîyar kir.

“Qeşe Brunson di dilê min de ye. Ez ji wî re dûa dikim ku ew di demeke nêzîk de bi silametî vegere malê,” Trump got.

Ajansa Reuters jî ji zarê malbata Brunson ragihand ku ew bi firokekê ber bi Amerîka bi rê ketiye.

XS
SM
MD
LG