Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brussels Airlines jiber Korona 293 Mîlyon Euro Zarar Kirine


Kompanîya Brussels Airlines ragihand ku jiber pandemîya korona û sekinîna rêwîtîyê, wê di sala darayî ya 2020'an de 293 mîlyon euro zarar kirine.

Brussels Airlines da zanîn ku dahatîyên wê % 72 anku 414 mîlyon euro ketine xwarê û hejmara rêwîyan jî 2.4 mîlyon e ku ew jî % 77 kêmbûnê nîşan dide.

Daxuyanîya kompanîyê ragihand ku demsala havînê dê jibo siberoja wê gelek gîrîng be, lê sala 2021 jibo wê wek saleke kêşebar didome.

Brussels Airlines sala borî bona 12 hefteyan firînên xwe sekinandibûn, lê di hevînê de dest bi firînên lîmîtkirî kiribû.

Kompanîya Belçîkî bandireke mezin ji krîza pandemîya korona dîtibû û % 25 firokên xw ekêm kiribûn û % 20 karkerên xwe ji kar derxistibûn, piştî ku hikûmeta Belçîkî û kompanîya Lufthansa, ku xwedîya wê ye, li ser planeke rizgarkirinê li hev kiribûn.

XS
SM
MD
LG