Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Merdînê Mirovek jibo Protestokirina Tecrîda Ser Ocalan Dawî li Jîyana Xwe Anî


Dimeneke ji protestoya salvegera 23'an ya girtina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 15 Sibat 2022, Amed
Dimeneke ji protestoya salvegera 23'an ya girtina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 15 Sibat 2022, Amed

Mirovekî bi navê Bubê Taş yê 65 salî jibo tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan protesto bike, li Mêrdînê dawî li jîyana xwe anî.

Ev demeke dirêj e ku li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakî tên kirin.

Li Mêrdînê Bubê Veysî Taş, piştî li ser Whastappê peyamek vîdyoyê belav kir xwe şewitand.

Vîdyoya Bubê Taş li ser Ajansa Mezopotamya hate belavkirin.

Di vîdyoya 7 deqîqe de ew tîne ziman jibo tecrîdê protesto bike canê xwe feda dike. Wî kiryara xwe weke ''çalakîyeke sîyasî'' bi nav kiriye.

Taş bi gotineke Musa Anter dest bi peyama xwe ya vîdyoyî kiriye û gotiye ku ew hem şahid hem jî bergûmanê vê dozê ye.

Taş ji zarok û xizmên xwe re gotiye ku wî bi vîna xwe û bi têna xwe biryara xwekuştinê daye.

‘’Bila ti kes min xelet fêm neke. Ez vê çalakîya xwe jibo serokê Kurdîstanê dikim. 22 meh in li ser serokê me tecrîdeke giran heye, ti kesek nikare behsa tecrîdê jî bike. Divê li dijî vê tecrîda giran Kurd dengê xwe bilind bikin.’’

Taş ji malbat û merivên xwe kiriye wasîyet ku li pey wî negirîn, meytê wî bi tilîlîyan rakin û wî di rêya namus û şerefe de ew biryar daye.

Hêjayî gotinê ye ku parêzerên rêberê PKKê Abdullah Ocalan meheke berê ragihandibû ku Rêxistina Navnetewî ya Dijî îşkencê (CPT) di Cotmehê de serdana girava Îmrali kiriye, lê Ocalan derneketîye pêşberê wan.

Evuqat ragihandibûn ku xwestine bi CPTî re hev dîtinek bikin lê dexwaza wan jî hatiye redkirin.

Malbat û evûqatên Abdullah her hefte serî li Dozgerîya Bursayê didin jibo hevdîtinê lê her carê ev dexwaz tê redkirin.

Parlamenterên HDPê jî sê hefte ne li Enqerê li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyek dikin û dixwazin hevdîtin bi Abdullah Olacan re were kirin.

XS
SM
MD
LG