Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Penaber li Îstasyona Trenê ya Budapeş Asê Mane


Di vê demê de ku bi hezaran penaber ber bi Ewrupa ve diherikin, herî kêm 2,000 kes li îstasyona trenê ya navnetewî ya paytaxt Budapeşt asê man, piştî ku karbidestên Macarî (Hungarî) nehêlan ew li trenan sîwar bin.

Hungarya roja Duşemê rê dabû penaberan ku bê vîza Yekîtîya Ewrupa herin Almanya û Avusturya, lê ew biryar do Sêşemê hat sekinandin.

Karbidestên hikûmetê dibêjin, ew tenê rêbaza Yekîtîya Ewrupa bi cîh tînin, lê penaber nerazîbûna xwe ya ser rewşê bi dengekî bilind dîyar dikin.

Macaristan yek jî xalên serekî ye ku penaberên ji seranser welêt xwe ji ser wî welatî digehînin welatên Yekîtîya Ewrupa.

Karbidestên Hundarî dibêjin ku heta niha pirtir jî 156,000 kes hatine Macaristanê.

Li gor qanûnên Yekîtîya Ewrupayê, divê peneber li welatê ku ew herî pêşî giheştine, serledana xwe ya penaberîyê bikin, lê Almanya dibêje, ewê bihêle ku penaberên ji Sûrîyê li nav tixubê wê serledanên xwe pêşkêş bikin.

XS
SM
MD
LG