Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Budçeya Rêvebirîya Xweser ya 2021’an Hate Pejirandin


Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser a Bakurê Rojhilata Sûrîyê bûdçeya giştî ku ji alîyê Desteya Darayî ve hatibû pêşkêş kirin, erê kir.

Budçeya giştî ya Desteya Darayî li seranserê bakur û rojhilata Sûrîyê wê heft hezar derfetên kar biafrîne.

Şêwirmendê Desteya Darayî Mihemed Bekir ji Dengê Amerîka re got ku budçeya giştî jibo dezgeh û sazîyên sivîl ên Rêvebirîya Xweser hate pejirandin.

Hemî dezgehên û sazîyên Rêvebirîya Xweser ne di heman asta piştgirîya darayî de ne û bi awayekî giştî dahata serekî li ser petrol û derîyên sînorî û xalên derbazbûnê yên rêvebirîyê bi rejîma Sûrî û dewletên cîran re ye.

Derbarê projeyên rawestandî û dawînebûyî, xercên wan di budçeya giştî ya sala darayî 2021’an de hatine vehewandin.

“Li gor lêkolînan me budçeya giştî ya pêşkêşkirî, ku gihiştîye 171,599,150 dolarên Amerîkî, jibo xerc were belav kirin û 244,657,000 dolarên Amerîkî jibo derfirotinê," Bekir bi berdewamî got.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara yekê ye ku Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê sîstemeke darayî ya berfireh ji hemî sazîyên xwe re organîze kiriye ku di hemî deste û sazîyan wê de nêzî 120 hezar kes dixebitin.

RK_04_29_2021_Budceya_2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG