Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arîşeya Kêmbûna Avê li Bajarê Duhokê


Di rojên cejna qurbanê de av bo piraniya taxên Duhokê nehat berdan. Ev jî bû cihê nerazîbûna welatiyan û li ser medya civakî gelek gotin û nerazîbûn derketin pêş.

Dîwana parêzgehê û rêveberiya ava Duhokê çendîn daxuyanî dan lê welatî pê qayil nebûn.

Di konferanseke rojnamevanî de, parêzgerê Duhokê bi wikalet Behzad Elî Adem û rêvebirê ava Duhokê Celal Cemîl behsa vê arîşeyê kir û got ku nîvê arîşeya avê careser bûye û ew ê kar tê da bikin ku bi temamî çareser bikin.

Welatî Kîvî Ebdulrehman dibêje ava wan li taxa Maltayê nebaş e û hin caran demjimêr 3ê yê destê sibê tê û ew neçar in şiyar bimînin ta ku avê wergirin.

Raporta Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG