Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan Dibêje ji Seranserê Cîhanê Piştgirîyên Diravî Tên HDP'ê


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de got ku ji seranserê cîhanê bi hezaran kesan piştgirîyên diravî didin HDP’ê.

‘’Jibo piştgirîya HDP’ê şano têne lîstin, konser têne dayîn. Herkes rojeke xwe dide HDP’ê’. Li Wanê dayikekê du mîhên xwe bo piştgirîya HDP’ê firotine. Hevalên me bi wê re axifîn û soza serketinê dane wê."

Hevseroka HDP’ê spasîya piştgiran kir û dîyar kir ku ew jî soza serketinê dide.

Dadgeha Qanûna Bingehîn di rojên borî de daxwaza serdozger pejirandibû û bi awayekî demkî bloke danîbû ser hesabên alîkarîyê yên xezîneyê yên bo HDP’ê.

HDP’ê ser biryara dadgehê ji alîgirên xwe xwestibû ku bi qasî hikmê xwe alîkarîyê bikin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG