Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan Serdana Ofîsa Jin News û Ajansa Mezopotamya Kir


Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan seba piştgirîdayînê serdana ofîsa Jîn News û Ajansa Mezopotamyayê kir.

Buldan li vê derê girtina 9 rojnamevanên Kurd bi tundî rexne kir û got ku ew ji 9 rojnamevanên girtî re silavên xwe dişînîn û demûldest berdana wan dixwazin.

Di dawîya meha Cotmehê de li Enqerê û 9 bajarên din rojnamevanên Kurd di operasyoneke hevdem de hatibûn binçav kirin.

Xebatkarên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jin News bi heceta çêkirina nûçeyên ku li ser bikaranîna çekên kîmyayî hatibûn binçav kirin û di 28’ê Cotmehê de 9 rojnamevanan hatibûn girtin.

Li ser vê yekê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan û şandeya gel wê serdana Ajansa Mezopotamya û Jin Newsê kir.

Buldan got ku piştî ku ev qanûn derket desthilatîyê jî yekser li ser çapemenîyê sansûr û tundî zêde kiriye.

“Heke li welatekî ‘Qanûna Sansûrê’ derdikeve, bizanibin ku li wê derê gendalîyên mezin hene û neheqî hene. Bi van qanûnan jî dixwazin ku ser wan bigirin.”

Buldan, ser bandora Qanûna Dezenformasyonê li ser çapemenîye û xebatkaran jî got ku rojnamevanên ku hatine girtin jiber dîyarkirina rastîn hatine girtin. Li gor Buldan desthilatî ji van rastîîyan ditirse û li ser rojnamevanan zor û zextê çêdike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan ragihand ku desthilatî çi bike jî ne pêkan e ku pêşî li rastîyê bigire.

“Heke welatek bixwaze bibe democrat û bawêrî bi hiqûqê bîne, aştîya civakî çêke, hewce ye ku pêşî girtîgehan vala bike. Lê yên ku mafên mirovan diparêzin, gel bi rastîyê agahdar dikin niha bi awayekî ne hiqûqî li Tirkîyê ketine zindanan. Em li vê derê ji 9 hevalên xwe yê rojnamevanan re silavên xwe dişînin û desthilatîyê jî hişyar dikin û dibêjin hevalên me demûdest berdin.”

Rojnamevan Huseyîn Aykol jî piştgirîdana Buldan û şandeya gel wê re sipasîyê xwe kir û ser rewşa rojnamevanên girtî pêzanîn da Buldan.

Aykol ragihand ku li girtîgehên Tirkîyê 40 rojnamevan hîn jî girtîne, di derheqa 160 rojnamevanan de dozên ku hatine vekirin, didome.

ED_03_11_2022_Buldan_Serdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
XS
SM
MD
LG