Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Di Operasyona Efrînê de Sîvîl Têne Kuştin


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji Reuters’ê re da zanîn ku Tirkîye divê operasyona dijî Efrînê bi dawî bike û kêşeyan bi rêka dîyalogê çareser bike.

Buldanê dîyar kir ku hikûmeta Tirkîyê, Kurd li kû bin dijî wan dest bi têkoşînekê dike û di operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê de jî sîvîl têne kuştin

Buldanê da zanîn ku ew xêncî nasnameya xwe ya siyasî jî bo êş û kuştin kêm bibin dixebite û bo wan ferqa darbestên ku ji rojava û rojhilata Tirkîyê tên tune.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê piştî Puldan wek serokomar hatibû hilbijartin, jiber axaftina wê ya li kongre lêpirsîn vekiribû.

Hikûmeta Tirkîyê, heta niha 600 kes jiber ku operasyona Tirkîyê ji ser sosyal medya rexne kirine, desteser kirine

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG