Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Gelê Kurd Divê Dijî Desthilata Erdogan Tifaqê Çêke


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Wanê di bernameyeke fitarê de dîyar kir ku ‘’li Tirkîyê, kêşeya Kurdan heye û ew jî kêşeya nasname, ziman û siyasetê ye’’

Buldan ser axaftina Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan, ku gotibû ‘’Kurd hene, lê pirsgirêka Kurd tune ye’’ da zanîn ku ew kêşeyên gelê Kurd nabîne.

‘’Êdî em ne li bendê ne ku hûn kêşeya Kurd çareser bikin. Yekane hêza ku dê vê kêşeyê çarser bike gelê Kurd bi xwe ye’’ Buldanê got.

Buldanê da zanîn ku divê Kurd dijî desthilata Erdogan tifaqa xwe çêkin û di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê.

Hevseroka HDP’ê dîyar kir ku dê partîya wan dê li Wanê ne 8, lê 9 kesan derxîne ku yek ji wan berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş e.

XS
SM
MD
LG