Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Nav 13 Salan 40 Kes li Tirkîyê bi Wesayîtên Zirxîn Hatine Kuştin


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku li bajarê Kurdan di nav 13 salan de 40 kes bi wesayîtên zirxîn hatine kuştin.

Buldan da zanîn ku 20 ji wan qurbanîyan zarok in.

Li navenda giştî ya HDP’ê Meclîsa Jina ya HDP’ê civîya. Di vê civînê de Berdevka Meclîsa Jinê, Ayeş Acar Başaran û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li ser pirsgirêkên jinan û rewşa Tirkîyê axifîn.

Buldan, di axaftinê de qala kuştin û tundîyên ser jin û zarokan li Tirkîyê kir û ew wek kêşeyeke mezin bi nav kir.

“Li Tirkîyê jin û zarok di bin zor û zextan de ne. Ew ne tenê birçîbûn û xizanîyê dijîn, êdî herwiha rûbirûyê tundîyê jî dibin. Em vê yekê ya li nav malan, li kolanan, li cîyên kar dibînin. Jin û zarok tên kuştin û tundîtûjî li ser wan pêk tên. Sîyaseta hikûmetê roleke mezin di vê pisgirêkê de dilîze jiber ku kesên ku kiryarên kuştin û tundîyê dikin, tên parastin.”

Di hefteya borî de maşîneyeke zirxîn ya hêzên ewlekarîyê li bajarokê Hezex (Îdîl) zarokekî 7 salî yê bi navê Mîhraç Mîroglu kuştibû.

Buldan li ser kuştina Mîroglu got ku hemû sûcên ku li hember jin û zarokên Kurdan tên kirin, bê ceza dimînin.

“Kesên ku van kiryarana dikin tên parastin û nayên ceza kirin û serê wan bûyeran tên girtin. Mirhaç Mîroglu bi lêqelibîna wesayîta zirxîn bi mertal hate kuştin, lê polîsê ku bûye sedem nehat ceza kirin û ew serbest e.”

Buldan li ser daxistina bendava hilbijartinê û girtina HDP’ê jî got ku yên ku di bin bendavê de mane dixwazin xwe rizgar bikin.

Wê doza girtina HDP’ê jî bi tundî rexne kir û got ku HDP partîya gel e û gel bi ti awayî girtina HDP’ê qebûl nake.

ED_10_09_2021_Pervîn_Buldan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG