Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Êdî Dema Yekîtîya Kurdan Hatiye


Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 'ê Pervîn Buldan,
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 'ê Pervîn Buldan,

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Duşemê li ser girîngiya yekîtîya neteweyî ya Kurd axifî û got ku hîn jî ne dereng e û dema yekîtîya Kurdan hatiye.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di çarçoveya bernameya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Kocaelî bi rêxistinên civaka sivîl û partîyên sîyasî re, hin hevdîtin pêk anîn.

Buldan, piştî cîvanan ji komeke gel re derheqa êrîşên ser HDP'ê û doza girtina dijî HDP'ê û doza Kobanê peyîvî.

"Gel wê nehêle ev partî were girtin. Armanca wan sîyaseteke bê HDP'ê ye. Lê, HDP li vê axê xurt ava bûye, tekbûyîna wê ne pêkan e. Her ku ew êrîş dikin, em xurttir û wêrektir dibin. Kesên dixwazin partîya me bigirin, bila werin Kocaelî û bibînin ku girtina wê ne pêkan e."

Buldan herwiha bal kişand ser yekîtîya neteweyî ya Kurdan û got ku yekîtîya Kurdan girîng e.

"Hêzên demokrasîyê jî divê xwedî helwesteke hevpar bin. Ger Kurd yekîtîya xwe ava kiribûna, ewê niha bi êrîşên nîjadperest nedihatin kuştin. Ewê ziman û nasnameya wan evqas nehata qedexe kirin. Hîn jî ne dereng e. Êdî dema yekîtîya Kurdan hatiye. Demûdest divê gav werin avêtin," Buldan got.


XS
SM
MD
LG