Serokê Bulgarî Rosen Plevneliev dibêje, ew di xemgînîyeke kûr de ye penaberekî Afganî ji alîyê polîsên tixubî yên welatî wî de hate kuştin.
Plevneliev got, ew bûyer nîşan dide ku divê Yekîtîya Ewrupa demûdest gavên pêdivî bavêjê ku kêşeya penaberan çareser bike.
Plevneliev îro Înîyê ji peyamhinêran re li ser kêşeya penaberan peyîvî.
“Ez bang li Yekîtîya Ewrupayê dikim hember krîza penaberan bi lêzûbezî tedbîrên hevbeş wergire. Herwiha bang li penaxwazan dikim ku rêzê li qanûnên Ewrupî û Bulgarî nîşan bidin.”
Hêjayî bîrxistinê ye, penaberê Afganî yê kuştî di nav 50 penaberan bû ku hewil didan ji ser sînorê Tirkîyê derbazî Bulgaristanê bibin.