Bi hezaran xwenîşanderên li pêş parlamana Bulgaristanê ya li Sofya paytext kom bûn, karvekişîna serokwezîrê welêt Boyko Borissov xwestin.
Protestoya ku îro Çarşemê li dar ket, ji nav xwepêşandanên du meh in didomin ya herî mezin bû.
Di protestoyan de cîh bi cîh di navbera xwenîşander û polîsan de girjî çêbû.
Xwenîşanderan hêk, sêv û ço firandin polîsan û wan jî bi gaza rondikrêj bersîv da û hin xwenîşander desteser kirin.
Serokwezîrê Bulgarya Boyko Borissow in sê dewr in li desthilatê ye, lê xwenîşander dibêjin ku ew di têkoşîna dijî bertîl û perexwarinê de qels e.
Serokê parlamanê Rumen Radev jî di rûniştana pêşî ya parlamanê de bang li hikûmetê kir ku karvekişîna xwe ragihîne.
Bulgaristan, ku di sala 2007’an de bûbû endamê Yekîtîya Ewrupa (YE), wek welatê yekîtîyê yê lê herî zêde bertîl û perexwarin heye, tê nasîn.