Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemal Burkay Rojeva Tirkîyê û Kurdan Dinirxîne


Kemal Burkay
Kemal Burkay

Li Tirkîyê biryara hilbijartina pêşweşt neyê dayîn jî hin qewimandinên dawî sînyala hilbijartineke wiha didin.

Bi belavbûna dengûbasên wî rengî, partîyên sîyasî jî peyamên erênî didin Kurdan ku ewê pirsgirêkan wan çareser bikin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu berî demeke kin behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd kiribû û meclîs wek cîhê çareserîyê nîşan dabû.

Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî gotibû ku Kurd yek ji damezrênerên partîya wê ne.

Hîn jêderên sîyasî pêşbînî dikin ku AKP jî di rojên were de jibo Kurdan him mesajan bide.

Nivîskar û sîyasetvan Kemal Burkay dibêje ku dema hilbijartin nêzîk dibe partîyên sîyasî jibo Kurdan gotinên baş dikin û carna gavên erênî jî davêjin.

“Dema hilbijartin xilas dibe, ew hemî sozên xwe bîr dikin.”

Burka bi bîr dixe ku AKP’ê di dema pêvajoya çareserîyê de hin gavên erênî yên wek TRT Kurdî, dersên Kurdî yên li zanîngehan avêtibûn. “Mixabin AKPê berdewamîya wan gavên erênî neanîn.”

Burkay ser qewimandinên li Rojava jî sekinî û nêzîkbûna PYNK û ENKS’yê jî gelek erênî nirxand.

“Pêdivîya Kurdan bi yekîtîyê heye. Niha li Rojava ev yek bi cîh tê û divê ew gav were pêşxistin û parastin.”

XS
SM
MD
LG