Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Çekdarî de 17 Kes li Burkîna Faso Hatin Kuştin


Di êrîşeke çekdarî ya cîhadîyên gumanbar de, bi kêmî ve 17 kes li Burkîna Faso hatin kuştin.

Reuters'ê da zanîn ku êrîşa çekdarî li restorana Azîz Îstanbul ya li Ouagadougou ya paytaxt pêk hat.

Wezîrê Ragihandinê yê Burkîna Faso Remî Dandjinou da zanîn ku êrîş terorî ye û her sê terorîstên ku êrîş li dar xistine, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Wek li welatên din yên Afrîqa Rojava , li Burkîna Faso jî rêxistinên Îslamî yên tundrê êrîşan li dar dixînin.

Baskê El-Qaydê yê Afrîqa Bakur (AQIM), par êrîşî otel û restoraneke li Ouagadougou kiribû û di êrîşê de bi kêmî ve 30 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG