Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Paytaxta Burkîna Faso Êrîşên Çekdarî û Peqîn Pêk Hatin


Li nêzî Balyozxaneya Fransa û navenda leşkerî yên li Ougadougou ya paytaxta Burkîna Faso êrîşên çekdarî û peqîn pêk hatin.

Karbidestên hikûmetê didine zanîn ku çar erîşvan hatine kuştin

Wezareta Derve ya Fransa j’ ragihand ku ewlehîya devera ku êrîş lê qewimîye, hatiye kontrol kirin.

Karbidestan ser hejmara kuştî û birîndarên sîvîl hîn ti agahî nedane.

Wezîrê Berevanî yê Burkîna Faso Jean Claude Bouda da zanîn ku ‘’êrîşa terorî dijî Balyozxaneya Fransa û karmendên wê’’ li dar ketiye.

Hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê El-Qaydê berê li wî welatî eriş li dar xistine.

Par, di meha Tebaxê dijî restoraneke bi navê Azîz Îstanbul êrîş hatibû li dar xistin û 18 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG