Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Burkîna Faso Roch Kabora ji kar vekişîye.
Reutersê ew agahîya ser karvekişîna Kabora ji zarê çar jêderên cuda yên sîyasî û ewlekarî ragihand.
Roja Yekşemê li kampên leşkerî yên Burkîna Faso dengên gur yên çekan hatibû bihîstin ku Kabora ji wê çaxê vir ve hîn derneketiye pêş bîragiştî.
Yekîtîya Afrîqa û bloka herêmî ya rojavayê Afrîqa dibêjin ku li Burkina Faso hewildanê darbeyê çêbûye.
Her du yekîtî wê hewildanê bi tundî şermezar dikin.