Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Burmayê Vekolîna Agirê Navenda Îslamî Dike


Hikûmeta Burmayê ragihand ku ewê vekolînekê derbarê agirê li navenda Îslamî ya bajarê Rangoon destpê bike, agirê ku do Sêşemê 13 zarok kuştî li dû xwe hişt.

Hikûmet bi vî karî radibe, piştî ku Misilmanan xema xwe dîyar kirin ku dibe ev agir bi mebest hatibe dadan.

Rojnameya fermî ya New Light of Myanmar îro Çarşemê got, komîsyoneke hikûmetê ku ji heft endaman pêk tê, dê bûyera agir vekolîn bikin.

Karbidestên xwecihî dibêjin ku ew agir jiber pirsgirêkên elektrîkê derketibû holê.

Agirê roja Sêşemê di demekê de hat ku pêleke tundûtûjîya dijî Misilmanan li welêt peyda dibe.

Jimareke ji mizgeft û milk û malên Misilmanan li çend bajarên naverasta Burmayê di vê tundûtûjîyê de hatine talan kirin.
XS
SM
MD
LG