Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Amerîkî: Rêvebirê CIA Serdaneke Nehênî Bo Ukraynayê Kiriye


Rêvebirê CIA William Burns
Rêvebirê CIA William Burns

Rêvebirê CIA William Burns vê dawiyê çû Ukraynayê û li wir bi hevtayê xwe yê îstixbaratê û serok Volodymyr Zelensky re civiya, berpirsekî Amerîkî roja Înê ji AFP re piştrast kir.

Serdana ku di dema xwe nehatibû ragihand, tê di demekê de ku hêzên Kyivê êrîşeke dijber li rojhilat û başûrê welatê xwe li dijî hêzên Rûsî birêve dibin.

Di serdana xwe de Burns "pabendbûna Amerîka ji parvekirina îstîxbaratê re piştrast kir ji bo alîkariya Ukraynayê ku li hember êrişên Rûsyayê berevaniyê bike," berpirsê Amerîkî got.

Li gorî The Washington Post, ku wê berê serdan ragihandibû, karbidestên Ukraynayê planên xwe parve kirin li dor vegerandina axa dagirkirî û destpêkirina danûstandinên agirbestekê, berî dawiya salê.

Berns "ji dema destpêka êrîşa Rûsyayê ya zêdetirî salekê ve bi berdemaî çûye Ukraynayê," berpirsê Amerîkî got. The Post ragihand ku serdan di meha Hezîranê de pêk hatiye.

Serdan berî serhildana serkirdeyê grûpa Wagner, Yevgeny Prigozhin bûye, li gorî berpirsê Amerîkî ku her wiha got ku serhildan "ne mijareke nîqaşê bû."

Amerîka hewl da ku ji Rûsyayê re eşkere bike ku wê ti rolek di serhildanê de ne lîstiye, û medyaya Amerîkî roja Înê ragihand ku Burns piştî serhildanê telefonî serokê îstîxbarata Rûsyayê SVR, Sergei Naryshkin, kir da piştrast bike ku destê Amerîka di wê yekê de nîne.

Fermandarê giştî yê artêşa Ukraynayê Valery Zaluzhny got ku êrîşên dijber yên welatê wî li gor plane naçin, ji ber nebûna hêza agir a têr, ji balafirên şer ên nûjen bigire heya cebilxaneyên topavêjê.

Roja Sêşemê Amerîka pakêteke nû ya 500 mîlyon dolarî ya çekan ragihand ku ji bo bihêzkirina êrîşên dijber yên Ukraynayê, di nav de jî wesayîtên zirxî, cebilxane û alavên paqijkirina mayînan.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG