Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) William Burns bi vîrusa korona ketiye.
Reutersê dîyar kir ku Burns dê pênc rojan di karantînê de bimîne û xebatên xwe ji malê bidomîne.
Ofîsa CIA’yê da zanîn ku Burns vaksînên xwe tam li xwe dane û dîyar kir ku semptomên wî sivik in.
Burns, Serok Joe Biden roja Çarşemê di civîneke bi mesafeya civakî de dît.
Berdevika Qesira Sipî û cîgira wê di rojên borî de bi vîrusa korona ketibûn.
Qesira Sipî dide zanîn ku Serok Biden roja Çarşemê vaksîneke xurtker li xwe daye û testa wî ya dawî jî negatîf e.