Burundi, tevî boykota opozîsyonê, di bin hebûna giran ya hêzên ewlekarîyê de, hilbijartinan pêk tîne.
Raportên ku ji wî welatî tên dîyar dikin ku li paytaxt Bujumbura dengê sîlahan û peqînan tên bihîstin, lê heta ti birîndarî nehatin ragihandin.
Hevdem, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Afrîqa (YA) jî xemên xwe li ser azadbûn û rêwabûna pêkanîna hilbijartinan dîyar dikin û rexneyan li Burundi dikin.
Tê ragihandin ku dengdan bi awayekî hêdî berdewam dike, jiber ku pir hindik kes hatine navendên dengdanê.
Berpirsa Yekîtîya Afrîqa Nkosazana Dlamini Zuma xema xwe li ser “rewşa sîyasî û ewlehî” li Burundi.
Zuma got, YA ji hikûmetê xwest ku hilbijartin heta Tîrmeha 30 bêne paşxistin, lê ew daxwaz hate red kirin. Wê dîyar ku çavdêrên wan di hilbijartinên îro de pişikdarî nakin.