Serokê Burundi Pierre Nkurunziza di axaftina xwe ya bo gel de got ku wê hilbijartinên plankirî bêne kirin.
Nkurunziza di axaftina xwe ya televîzyonî de herwiha got, alozîya dawî ku li paytaxt Bujumbura qewimî nûnertîya tevahîya welêt nake, tevî ku xwepêşandanên dijî wî didomin.
Nkurunziza dîyar kir ku hilbijartin, jiber tundîya sîyasî ya vê dawîyê, hefteyeke piştî dema biryardayî anku di 5’ê Hazîranê de bêne kirin.
Hevrikên serok hewil dan ku darbeyeke leşkerî li hember wî bikin, dema ew bo civîneke herêmî li dervayê welêt bû. Hewila darbeya leşkerî têk çû, lê alozîya heyî bi awayekî rojane dewam dike.