Serokê berê yê Amerîka George Bush dîyar kir ku ew û Xanima Yekê ya berê Laura Bush jiber rewişa Afganistanê ‘’pir xemgîn’’ bûne.
Bush bi daxuyanîyekê, ku di dawîya roja Duşemê re hat belav kirin, fikarên xwe yên bo Afganistanê ragihand.
Wî di daxuyanîyê de da zanîn ku ew û Laura ‘’bûyerên trajîk’’ yên li Afganistanê bi xemgînî dişopînin.
Serokê berê dîyar kir ku ew bo Afganên êş kişandine û bo Amerîkî û hevalbendên NATO yên fedakarî kirine ‘’xemên giran’’ dikişînin.