Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok George H.W. Bush bi Merasîma Fermî li Washingtonê Hat Bîranîn


Serokê berê yê Amerîka George H.W. Bush îro bi merasîmeke fermî ya dewletê, li paytext Washingtonê wek qehremanê Şerê Cîhanê yê Duyê, şervanê Şerê Sar û serfermandarê serkeftina hêzên Amerîkî yên dijî Îraqê hat bîranîn.

Rêzgirtina Fermî ya Dewletê Çi Ye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:02 0:00

Di seremonîya xatirxwestinê ya dêra Washington National Cathedral de sîyasetvanên Komarî û Demokratîk bo rûmetkirina serokê 41'ê Bush civîn ku di 94 salîya xwe de li Teksasê miribû.

Serok Donald Trump û serokê berê Barack Obama, ku bi tundî rexne li hevdu dikin, di merasîmê de silav dan hevdû û destên hev givaştin.

Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton ku di hilbijartina 2016’an de rikebera Trumû bû, bi hevjînê xwe û serokê berê Bill Clinton re beşdarî merasîmê bû.

Di merasîmê de Prensê Brîtanî Charles û rêberên Almanya, Urdun, Australya û Poland û rêberên cîhanî yên berê yên serokwezîrê berê yê Brîtanî John Major jî hebûn.

Serok Trump got ku ew îro şîna Serok Bush nagirin, lê jîyana mirovekî hêja yê wek Bush pîroz û rûmet dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serok Trump bi hilkeftina koça dawî ya Bush û rêzgirtina wî, îro Çarşemê biryara girtina hikûmeta federalî dabû û borsayên Amerîkî jî îro girtî mabûn.

XS
SM
MD
LG