Hêzên Amerîkî amadekarîyên xwe yên vekêşana ji Îraqê hêdî hêdî bi dawî tînin. Kerem kin, em bûyerên girîng yên ji dagirkina Îraqê ya sala 2003’an vir ve bînin bîra xwe:
Adar 20, 2003: Hêzên Amerîkî Îraq dagir kir.
Nîsan 9, 2003: Hêzên Amerîkî ketine nav bajarê Bexdayê
Gulan 1, 2003: Serok George Bush got, operasyonên serekî yên şer dawî hatin
Berfanbar 13, 2006: Saddam Huseyîn li nêzîkî bajarokê xwe yê dayikbûnê, Tikrîtê hate desteser kirin
Berfanbar 30, 2006: Saddam Huseyîn hate darve kirin
Rêbendan 10, 2007: Serok Bush, li hember tundîya zêdebûyî, şandina pirtir jî 21.000 hêzên nû yên şerker ragihand
Mijdar 27, 2008: Parlemana Îraqê peymana Amerîkî-Îraqî erê kir ku 31’ê Berfanbara 2011’ê wekî temamkirina vekêşana hemî hêzên Amerîkî ji Îraqê dîyar kir
Şubat 27, 2009: Serok Barack Obama dibêje, heta 30’ê Tebaxê, xencî 50.000 leşkeran, hemî hêzên wê Amerîkî ji Îraqî derkevin
Hezîran 30, 2009: Hêzên şerker yên Amerîkî ji bajarên Îraqî derketin û ewlekarîyê teslîmî hêzên Îraqî kirin.
Tebax 31, 2010: Serok Obama dawîhatina mîsyona şerkerî li Îraqê ragihand. Nêzîkî 50.000 hêzên Amerîkî li Îraqê man ku alîkarîya hînkirin û şîretvanîyê bidine hêzên Îraqî
Berfanbar 21, 2010: Piştî paşxistina neh mehan, Îraqê hikûmeta nû pejirand
Tebax 02, 2011: Rêberên sîyasî yên Îraqê qayil bûn ku peymaneke gotûbêj bikin ku bihêle hêzên Amerîkî piştî Berfanbarê jî li wî welatî bimînin, da ku hêzên Îraqî hîn bikin
Tebax 15, 2011: Di bombekirin û peqînên li 17 bajarên Îraqê de, pirtir ji 60 kesan mirin. Xem û fikarên parastina ewlekarîyê, piştî hêzên Amerîkî ji Îraqê zêde bûn.
Îlon 1, 2011: Leşkerîya Amerîkî dibêje, li meha Tebaxê ti endamên leşkerî yên wê li Îraqê nehatine kuştin. Cara yeke bû ku mehekê bê kuştin li Îraqê derbaz bû
Cotmeh 21, 2011: Serok Obama piştrast kir ku hemî hêzên Amerîkî heta dawîya vê salê ji Îraqê vekêşin
Mijdar 29, 2011: Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden ji rêberên got, bi temambûna vekêşana hêzên wan, rûpeleke nû jibo her du dewletan vedibe.
Berfanbar 14, 2011: Serok Barack Obama, çend roj piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî, got, li vê demê ku hêzên Amerîkî ji Îraqê derdikevin, welatekî serbixwe û aram li paş xwe dihêlin ku bi xwe bawer e.
Berfanbar 15, 2011: Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Leon Panetta serdana Bexdayê dike ku beştarî li merasîmeke qedandina mîsyona Amerîkî li Îraqê bike.